Jiyan

Li Bidlîsê bi saya "kewarên ji bo kêfê" welatî hingivê xwe bi xwe bi dest bixin

Şener Toktaş  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li Bidlîsê bi saya "kewarên ji bo kêfê" welatî hingivê xwe bi xwe bi dest bixin

Bitlis

Li Hîzana navçeya Bidlîsê bi xebata "kewarên ji bo kêfê (hobiyê)" welatî him wê li xwezayê wextê xwe derbas bikin û him jî wê hingiv bi xwe bi dest bixin.

Li navçeyê Şerîf Ekîncî û Kadîr Yaldiz bi piştgiriya Yekîtiya Hilberînerên Hingivê ya Hîzanê xebateke bi navê "kewarên ji bo kêfê" amade kirin.

Herdu hevalan ev kewar firotin welatiyan, navê wan û hejmara wan li ser kewaran nivîsîn û li zozanan perwerdeya mozvaniyê û hingiv didin welatiyên ku kewar kirîne.

Hin welatî dema naxwazin herin zozanan Ekîncî û Yaldiz kewarên wan paqij dikin û hilberîna hingiv ji bo wan dikin.

Ekîncî ji nûçegihanê AAyê ra got di demên dawîn da baweriya hingivê biqalîte nema, meriv li dû hingivê baş ketin û wan jî ji ber vê xebateke wiha da destpêkirin.

- "Em perwerdeya mozvaniyê û alavan jî bêpere didin

Ekîncî wiha axivî: "Şûna mozên dimirin yên nû tên dayîn. Di dawiya demsalê da çiqas hingiv di kewara wan da hebe ew dibin. Heke hewcedariya wan hingivê zêde hebe em bi bihayê wê rojê difroşin wan. Bi saya vê xebatê meriv wê hingivê organîk û baş bixwin, li ku dera dinyayê dibin bila bibin wê bibin xwediyê van kewaran. Heke bixwazin wê bi xwe bên eleqedar bibin. Em perwerdeya mozvaniyê û alavan jî bêpere didin. Heke yên nikaribin bên hebin jî em bi dîmen li ser telefonê bi wan ra diaxivin û agahiyê didin wan. Ji bo sala ewil emê 1000-1500 kewaran bidin ku heta niha em gihîştin 900î."

- "Em dixwazin vî karî pêşva bibin"

Seyîthan Ekînciyê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingivê yê Hîzanê jî got ew piştgiriyê didin vê xebatê.

Ekîncî got Hîzan ji hêla hingivê ku li zozanan tê bidestxistin li dinyayê tê nasîn û wiha axivî: "Di pêşbirkên hingiv da em li dinyayê bûne yekemîn û duyemîn. Du hevalên me biryara xebateke wiha dan, me jî piştgirî da wan. Li Tirkiyeyê û dinyayê kî van kewaran bixwaze em ê bifroşin wan. Yên ku bixwazin wê bikaribin bên zozanên me yên raqima wan 2 hezar û 700 e û bi xwe hingivê xwe hildin. Em dixwazin vî karî pêşva bibin. Bi saya vê xebatê baweriya însanan wê hingiv bê. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın