Jiyan

Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê berf ket

Abdullah Söylemez, Cüneyt Çelik, Günay Nuh, Hüseyin Demirci, İdris Karaoğul, Sidar Can Eren, Hilmi Tunahan Karakaya  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 02.12.2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê berf ket

Kars

 Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Tunceliyê berf ket û herî zêde jî deverên bilind spî bûn.

Li Erziromê duh êvarê berfê dayê û heta sibê barî û deverên bilind spî kir.

Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê jî bi ketina berfê ra spî bû.

- Qers

Li Qersê ji duh va bi navber berf dibare û tengasiyê dide kişandin.

Hin welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt, ekîbên Şaredariya Qersê jî berfa ser peyarêyan paqij kir.

Li bajêr mij jî ket erdê û mesafeya dîtinê kêm kir.

Navçeyên Sarîqamiş û Akyakayê û gundên wan jî bi ketina berfê ra spî bûn.

- Erdexan

Li Erdexanê jî berf ket û serma heye.

Ji ber berf û sermayê li bajêr cemed çêbû û cî bi cî mij ket erdê.

- Agirî

Li Agiriyê bişev barana gur dest pê kir û ber bi destê sibehê jî berf ket.

Berfê deverên bilind, navenda bajêr û gund spî kirin.

Ekîban dest bi paqijkirina berfê kir.

- Tuncelî

Li hin deverên bilind ên Tunceliyê jî berf ket.

Tepa çiyayên Kirklar, Meydan û Munzûrê di binê berfê da man û dîmenên xweş derketin holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.