Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya
01 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2021
Li Erzirom û Erdexanê berfê serê sibehê dest pê kir û hê dibare.
Li Erziromê bahozê dest pê kir û heta nîvê şevê dewam kir, serê sibehê jî ba sekinî û berfê dayê.
Berf nişka va barî û di demeke kin da navenda bajêr û deverên bilind spî kir.
Berf hê jî dibare û kesên ku serê sibehê ji mala xwe derketin ku herin ser karê xwe tengasî kişandin.
Li Erdexanê jî bi şev barana gur barî û serê sibehê jî berfê dayê.
Navenda bajêr di demeke kin da spî bû.
Berf hê dibare.