Mesut Varol
30 Mijdar 2021•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2021
Li Çaldirana navçeya Wanê hirça ku wesayîtek lê qelibî û lingên wî şikestin tê dermankirin.
Li ser rêya Wan-Agiriyê li herêma Çiyayê Tendurekê welatiyan dît ku hirçek nikare bimeşe, li ser vê caw dan cendirmeyan.
Cendirme hatin herêmê û der barê hirç da agahî dan tîmên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî.
Wezîfedar hatin bi anesteziyê va hirç aram kirin û birin Navenda Parastin û Rehabilîtasyona Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Hirç wê li vir bê dermankirin û paşê wezîfedar wê berdin çolê.
Midûrê Navendê Prof. Dr. Lokman Aslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew heywanên kovî diparêzin û derman dikin.
Aslan got li herêma Çiyayê Tendurekê heta niha du hirç ji ber ku wesayît li wan qelibîne birîndar bûn û wiha axivî: "Dema em çûn nikaribû rabe ser piyan. Lingên wî yên çepê û rastê şikestine, pişika wî werimiye. Ji bo rewşa wî baş be em dixebitin. Em bangî şofêran dikin ku bila ji bo parastina heywanên kovî hesas tevbigerin."