Muhammed Onur Yavrutürk
24 Nîsan 2024•Rojanekirin: 25 Nîsan 2024
ERZURUM (AA) - Li Erziroma ku ji ber hewaya sar a zivistanê dibe mijara stran û kilaman îsal ji ber germa hewayê bihar wek havînê derbas dibe.
Bajarê ku bi gotina "Erzirom 11 meh spî, mehek qeşa, yê mayî jî havîn e" ji stranan ra bûye mijar di meha nîsanê da li gor demsalê zêdetir germ e.
Bi roj germahiya hewayê li bajêr ji 20 pileyî derbas dibe.
Welatî diçin park û baxçeyan, mekanên dîrokî û meydanên werzişê ku wextê xwe xweş derbas bikin.
Xwendekara zanîngehê Zehra Ayyuce Gezayê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku piştî hewaya sar derketina derva pir xweş e.
Gezayê wiha got: "Beriya ku ez bêm Erziromê heval û xizmên min gotibûn hewa pir sar e û ez tirsiyabûm. Lê niha hewa pir germ e, em kêfxweş in."
Ji welatiyan Îsmaîl Guldenê 63 salî jî bi bîr xist ku li Erziromê germahiya hewayê zivistanê dadikeve binê sifirê 30-40 pileyî.
Gulden diyar kir ku îsal hewa gelekî germ e û wiha got: "Îsal ji ber vê hewayê em gelekî matmayî man. Gelekî germ e."