Jiyan

Bandora zivistana li gundên di bin berfê da dijwar derbas dibe didome

Mesut Varol  | 24.04.2024 - Rojanekırın : 02.05.2024
Bandora zivistana li gundên di bin berfê da dijwar derbas dibe didome Bandora zivistana li gundên di bin berfê da dijwar derbas dibe didome

Van

Li Muradiyeya navçeya Wanê, li Taxa Çiçekliyê ya gundewarê û mezreyên wê Karavil û Sabusatanê di meha nîsanê da jî stûriya berfê cih cihan digihêje 2 metreyan û lewma rojên wek zivistanê xwe nîşan didin.

Li Taxa Çiçekliyê ya 35 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, mal yekqatî û her wiha gom û tewleyên sewalan hê jî di bin berfê da ne.

Li tax û mezreyên wê yên raqimbilind ên ku bi mehan di bin berfê da dimînin, zivistanê di heyama herî sar da germahî dadikeve heya 30 pileyên di bin sifirê da.

Ji ber zivistana wê ya dijwar, beşeke mezin a şêniyên gund zivistana xwe li navenda navçeyê derbas dikin û niha jî ji bo ku dagerin, li bendê ne ku berf bihele.

Hin şêniyên ku zivistanê jî li gund û mezreyan dimînin, ji aliyekî va miqateyî sewalên xwe dibin û ji aliyê din va jî têkoşîna berfê dimeşînin.

Bekir Sezerê şêniyê mezreya Sabusatanê diyar kir, ew ji ber şert û mercên wê yên giran, zivistanê koçî navenda navçeyê dikin û dema dibe bihar jî cardin vedigerin.

Şêniyê mezreya Karavilê Yaşar Sari jî diyar kir ku li herêmê gelekî berf dibare û zivistan pir dijwar derbas dibe.

Sari diyar kir ku paçe û deriyên malên wan di bin berfê da wenda dibin û wiha dewam kir, "Zivistanê pir zehmet e ku em ji malên xwe derkevin. Têkoşîna me ya dijî berfê di biharê da jî didome. Ji ber ku berf zehf dibare, rêyên me timî tên girtin. Li parêzgehên rojava însan dikevin behrê, lê em di bin berfê da dijîn û bi mont va digerin. Dê hê mehekê jî wiha bidome."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın