27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
ERZURUM
Li Erziromê ji ber ku germahiya hewayê daket berfê dest pê kir.
Welatî serê sibê dema rabûn dîtin ku berf dibare.
Li gor agahiya Navenda Hişyarî û Texmînê ya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê îro heta êvarê li herêmê wê berf, baran û û şilope hebe.
Tê texmînkirin ku li herêmê gelempêrî germahiyê 2 û 4 pile kêm bibe.
Ji ber ku li bakur û başûrê herêmê heta êvarê wê ji hêla başûr ve ba hebe, ji bo jehrîketina xazasirûştî û sobeyan hişyarî hat dayîn.
Ji bilî vê hat gotin ku bila welatî li hember qeşa girtinê û mijê bila baldar bin.