Günay Nuh
05 Nîsan 2023•Rojanekirin: 06 Nîsan 2023
Xaniyên zozanan ên li cihên bilind ên Erdexanê di demsala biharê da ji ber berfa gur spî nixumîn.
Zozana Bilbilanê ya 2580 mêtro bilind a di navbera Erdexan-Artvînê da ya ku lê gelekî berf û pûk tê di demsala biharê da bi berfa xwe ya çendî mêtro sitûr e balê dikşîne.
Xaniyên zozanan ên ku welatiyên li herêmê havînan diçinê ji ber berfê spî xemilîn.
Avnî Bozkurt ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku zozan piraniya demsalan da wiha ne û got ku "Xweşikahiya zozana me ev e. Dema rê vedidin em diçin zozana xwe û dora wê ji berfê paqij dikin. Zivistan zû tê vir û dereng ji vir diçe."