Damlanur Teyhun
05 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji Adiyemana ku tesîra erdhejên navend Kahramanmaraş lê çêbû ra ava vexwarinê şand.
Li gor daxuyaniya Şaredariyê, Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ji şirketekê 25 hezar şûşeyên avê yên 5 kîloyî kirî û bi TIRekê va şand Adiyemanê.
Hat gotin alîkariyên Şaredariya Bajarê Mezin wê ji bo bajarên tesîra erdhejê lê çêbûne dewam bikin.