Aykut Temur
13 Nîsan 2024•Rojanekirin: 17 Nîsan 2024
Li Goleya navçeya Erdexana ku demsala zivistanê lê dirêj û dijwar derbas dibe berfînan vekir.
Li Goleya ku yek ji wan navçeyên welêt e ku zivistan lê gelekî dijwar e, bi zêdebûna germa hewayê di rojên dawîn da, li hinek deveran berf heliya.
Li texma Acisuya di navbera Goleyê û gundê Çakiruzumê jî berfînên ku weke "mizgîniya biharê" tên zanîn, siruşt xemilandin.
Bi rengînbûna biharê ra siruşthez derketin seyranê, fotografhez jî derketin nêçîra wênegirtina kulîlkan.