Jiyan

Li Hekariyê heywandaran heywanên xwe derxist deşt û mêrgan

Sayim Harmancı  | 14.04.2024 - Rojanekırın : 20.04.2024
Li Hekariyê heywandaran heywanên xwe derxist deşt û mêrgan Li Hekariyê heywandaran heywanên xwe derxist deşt û mêrgan

Hakkari

HAKKARÎ (AA) - Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê kesên ku heywanan xwedî dikin piştî ku hewa germ bû heywanên xwe li mêrgan diçêrînin.

Li navçeya ku zivistan lê dijwar derbas dibe, berf heliya û hewa germ bû.

Heywandarên ku zivistanê heywanên xwe di tewleyan da bi êm û kayê têr dikirin bi hatina biharê ra kêfxweş bûn.

Heywandar heywanên xwe li quntara çiyayên bilind diçêrînin û mesrefa ka û êm xelas dibin.

Salih Kartal ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku zivistan derbas bû û hewa êdî germ e.

Kartal kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Li vir bihar gelekî xweş e. Me heywanên xwe derxist derva. Em kêfxweş in. Li gundê me li aliyekî berf heye, li aliyekî jî hêşînahî. Em zivistanê gelekî zehmetiyê dikşînin. Qasî 5-6 mehan em li hemberî berfê têdikoşin. Me karên xwe dernexist. Çend roj şûn da îja em ê wan derxin. Kar û barê me ev e."

Hurşît Îşleyen jî got wan heywanên xwe yên ku 5 meh bûn di tewleyê da xwedî dikir derxist mêrgan û wiha axivî: "Zivistanê heywan di tewleyê da dimînin û mesrefa wan zêde ye. Li herêma me bi hezaran heywan derket mêrgê. Em kêfxweş in ku wan li mêrgê diçêrînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın