Günay Nuh,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 13 Nîsan 2023
Li cihên bilind ên Qers, Erdexan û Tunceliyê biharê jî berf barî.
Li Erdexanê barana ku şev barî piştî ku hewa sar bû cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Taxa Saharayê ya li ser rêya Erdexan û Şavşatê bi berfê nixûmî.
Ekîbên rêbejayê berfê paqij kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî demekê baran barî, lê paşê li cihên bilind berf barî.
Li navçeyên Ovacik û Pulumurê çiya bi berfê nixûmîn.
- Qers
Li Qersê jî baran û berf barî.
Bihureka Hanlarê ya ku reqima wê 2 hezar û 286 e çîl spî bû û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî kulîlkên biharê di bin berfê da man, çûk li dû xwarina xwe ketin.