Mehmet Sıddık Kaya,Aydın Arik
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 13 Nîsan 2023
Li Diyarbekirê wesayîtek li karkerên devê rê yên ku ji bo çêkirina rê dixebitîn qelibî, di qezayê da 3 kes mirin û kesek jî giran birîndar bû.
Li ser rêya Diyarbekir û Elezîzê di kîlomêtroya 16emîn da wesayîta plaqeya wê 34 BAT 938 û nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e li karkerên devê rê dixebitîn qelibî.
Di qezayê da karker Mehmet Turan, Murat Fîdan û Ahmet Okîşî mirin û Şahîn Guner jî giran birîndar bû.
Guner bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl.