Günay Nuh,İdris Karaoğul,Abdullah Söylemez
21 Adar 2026•Rojanekirin: 22 Adar 2026
Li Erdexan, Qers û Agiriyê berf ket.
Li Erdexanê bi navber berf ket, herî zêde jî li deverên bilind barî.
Bi ketina berfê ra gir spî bûn.
Herêmên bilind ên navbera Erdexan û Artvînê di binê berfê da man, li hin deveran berfeke zêde ket.
Li herêmê piştî ketina berfê dîmeneke xweş derket holê.
- Qers
Li Akyakaya navçeya Qersê bi ketina berfê ra spî bû.
Niştewar û eraziyên çandiniyê di binê berfê da man, li derdora Çemê Qersê dîmenên zivistanê derketin holê.
Dîmena navenda navçeyê, rê û robaran bi dronê hat kişandin.
- Agirî
Berfa ku êvarê li Agiriyê dayê, heta sibê barî.
Bi ketina berfê ra deverên bilind spî bûn.