Li Antalyayê agir bi konteynerê girt, 5 jê zarok 6 kes mirin
Antalya
Li Kepeza navçeya Antalyayê agir bi konteynerekê girt û di encamê da dayikek tevî 5 zarokên xwe mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Gazîlerê ji ber sedemeke hê diyar nîne, agir bi konteynera karkerên serayê yên biyanî lê diman, girt.
Li ser îxbarê polês û her wiha ekîbên îtfaiye û tenduristiyê hatin sewqkirin.
Şewat bi midaxeleya ekîban hat temirandin.
Di vekolîna konteynerê da hat tesbîtkirin ku Leyla el-Elî Ehmeda dayik û zarokên wê Muna Ehmed (9), Heyat Ehmed (7), Iman Ehmed (5), Fatma Ehmed (8), Mehmûd Ehmed (4) mirine.
Şewwah Ehmed (29), Mehmûd Ehmed (53), Ehmed Ehmed (2), kesekî navê wî nehat bidestxistin û xwediyê kargehê Rahman Genç (51) ku bi dû ketin, rakirin nexweşxaneyê.
Diyar bû ku dayik Leyla el-Elî Ehmed a ku di şewatê da mir, hemle bûye.
Cinaze rakirin morga Tiba Edlî ya Antalyayê.
Lêkolîna ekîban a der heqê bûyerê da berdewam e.
Ji aliyekî din va Waliyê Antalyayê Hulusi Şahin çû cihê bûyerê û vekolîn pêk anî.
Şahin li vir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew roja eydê sibê zû, bi xebereke tal hişyar bûn.
Şahin diyar kir ku li navçeya Kepezê agir bi konteynera karkerên serayê girt û wiha got, "Agir bi 3 konteyneran girtiye. Me ji ber şewatê dayikek û 5 zarokên wê ji dest dan. Xwedê rehma xwe li hemûyan bike."
Şahin her wiha got ku di bûyerê da 5 kes jî birîndar bûne û wiha dewam kir, "3 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîn didome. Serê gelê me sax be, ez ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim."
Walî Şahin bal kişand ku dozgerê Komarê lêpirsîna edlî da destpêkirin û sedema şewatê jî piştî vekolînê dê zelal bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
