Jiyan

Li Erciyesa zîrweya Anadoluya Navîn berf dibare

Ergün Haktanıyan, Sait Çelik  | 12.10.2025 - Rojanekırın : 13.10.2025
Li Erciyesa zîrweya Anadoluya Navîn berf dibare Erciyes AŞ

Kayseri

Li Erciyesa çiyayê herî bilind ê Anadoluya Navîn û her wiha Akdagmadeniya navçeya Yozgatê berf dibare.

Li gorî agahiya ji peywirdarên Erciyes AŞyê hat wergirtin, li herêma ku germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 12 pileyan, berf dibare.

Herêma Tekîrê, Deriyê Hacilarê û Deriyê Develiyê yên raqim 2 hezar û 200 ku tesîsên navenda kaşûnê lê ne, berf dibare.

Li Erciyesa ku cih cihan bager û mij jî tesîra xwe nîşan dide, pîst spî bûn.

Ji aliyekî din va li navenda bajêr baran û serma bi tesîr e.

- Yozgat

Li tanga Derwazeya Nalbantê ya li Akdagmadeniya navçeya Yozgatê jî ji serê sibehê û vir va berf dibare.

Barîna berfê ya li derwazeyê ji hêla welatiyan hat qeydkirin.

Li devera ku berf bi navber dewam dike, cihên bilind spî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın