Haydar Şahin
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
AGIRÎ
Li Elajgira navçeya Agiriyê di çarçoveya Projeya Heywandarên Ciwan da 52 heywandaran heqê piştgiriya hîbeyê bi dest xistin, di çarçoveya projeyê da serê her heywandarekî 6 dewar bi tevahî 312 dewar li wan hat belavkirin.
Di çarçoveya Projeya Piştgiriya Hîbeyê ya Heywandarên Ciwan" da li Elajgirê peşk hat avêtin û di encama peşkêda dewar li kesên ku heq bidest xistin hatin belavkirin.
Murat Kokserê ku heq bi destxist di daxuyaniya xwe da diyar kir ku serî li Projeya Heywandarên Ciwan xist û eva heqa qezenc kir û got, "Dewleta me îmkanek da me ku em tiştekê bikin. Ji bo welatê me bi xêr be."
Servet Gunogduyê heywandar jî destnîşan kir ku di çarçoveya projeyê da bû xwediyê 6 dewaran û got, "Ez ê di saya vê da ji dewlet û miletê xwe ra xizmeteke ji berê baştir bikim. Ji ber ku eva piştgiriya da me ez ji dewleta me ra sipas dikim."