Jiyan

Li Diyarbekirê baxçeyên berzelingê balê dikişînin

Bestami Bodruk  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 25.06.2021
Li Diyarbekirê baxçeyên berzelingê balê dikişînin Bestami Bodruk - AA

Diyarbakir

Li Bismîla navçeya Diyarbekirê kulîlkên berzelingê yên ji bo ji cotkaran ra bibe nebata alternatîf hatin ajotin ji ziyaretvanan eleqeyê dibînin.

Li Diyarbekirê sala par Pêşlîsansa Meslekî ya Bismîlê ya Zanîngeha Dîcleyê û Şaredariya Bismîlê ji bo ji cotkaran ra bibe nebata alternatîf di çarçoveya "Projeya Pêşxistin û Zêdekirina Cureyên Nebatên Cotkariyê" da li 50 dolim erdî berzeling ajotin.

Li baxçeyên ji bo ceribandinê hatin ajotin kulîlkên berzelingê dîmenên xweşik derxistin holê.

Doç. Dr. Hayrullah Akyildizê Hîndekarê Fakulteya Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Dîcleyê û Kordînatorê Projeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo xweşikahiyeke dibêjin li Diyarbekirê hêşin nabe li vê derê biajon par proje dan destpêkirin.

Akyildiz got di çarçoveya xebatê da li 50 dolim erdî 80 hezar serî kulîlka berzelingê danîn û gelek feydeyên vê kulîlkê hene.

- "Bûk û zava ji bo kişandina wêneyan tên vê derê"

Akyildiz got berzelingên nebatên aromatîk di heman demê da di qada kozmetîkê da jî tên bikaranîn, li baxçeyên ji bo îstixdamê vekirin jî jin dixebitin.

Akyildiz destnîşan kir ku welatî baxçeyê berzelingê ziyaret dikin, li vê derê dema xwe derbas dikin û wêneyan dikişînin û wiha pê da çû:

"Bûk û zava ji bo kişandina wêneyan tên vê derê. Em bangî hemû gelê herêmê dikin bira werin vê derê ziyaret bikin. Em li navendê ne. Diyarbekir, Bîngol û Batman nêzîk in. Dibê gelê herêmê xweşikahiyên baxçe bibînin."

Hedîye Gul Gozuaçika li baxçeyê lavantayê geriya jî got ji bo bi malbata xwe ra wêneyan bikişîne hat vê derê.

Engîn Adiguzelê ziyaretvan jî got di heyama nexweşiyê da li malê man bîna wan teng bû, baxçeyê berzelingê ji bo wan bû herêma hizûrê û dema xwe derbas dikin.

Adiguzel wiha axivî: "Dibê xweşikahiyên vê derê werin dîtin. Dema li hizûrê digerin lazim nake ku herin ciyên bi kîlomêtroyan dûr, dikarin werin vê derê. Ez her kesî gazî vê derê dikim."

Burcu Yaramişê jî got gelekî di tesîra baxçeyê lavantayan da ma û gelekî kêfxweş bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın