İbrahim Atmaca
08 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Li Deşta Mêrdînê dirûna dexl û danê ser nêzî 3 milyon dekar erdî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dewam dike.
Li Mêrdînê îsal biharê baran baş barî û cotkaran ji genim xêr û bereketeke baş hilda.
Genim bi kamyonan dikşînin Navenda Bazirganiyê ya Hububatê ya Kiziltepeyê û cotkar li wê derê kîloya genim li gor cureyên wê di navbera 1,70 û 1,85 lireyî da difroşe.
Serokê Navenda Hububat û Bazirganiyê ya Kiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Deşta Mêrdînê li ser nêzî 3 milyon dolim erazî dexl û den hatiye danîn û piştî dirûna ceh û nîskan dirûna genim dest pê kir.
Oter daxuyand ku li Mêrdînê ji sedî 80yê zeviyên çandiniyê genim e û îsal li gor par wê di rekolteyê da nêzî 20-30yî zêde bibe.
Oter destnîşan kir, ew li bendê ne ku li tevahiya bajêr rekolteya genim îsal dora milyonek û 500 hezar ton were û wiha dewam kir, "Par serê dolimê 400 kîlo dexl û den dihat, îsal 500 kîlo dexl û den tê. Heta li hin deran 600-700 kîlo tê."
Oter bal kişand ku di salên dawîn da bi saya derfet û piştgiriyên dewletê refaha cotkarên herêmê zêde bû û wiha dewam kir, "Me li navçeya me navenda bazirganiya dexl û den a herî mezin ê Rojhilata Navîn ava kir. Hikûmeta me projeyên weke şoreşê kir dewrê û veberhênanên girîng kirin. Heke projeyên avdanê yên li herêmê temam bibin, xêr û bereket û dahat wê zêdetir bibe."
Oter got ku nêzî ji sedî 25ê savarê Tirkiyeyê ji Mêrdînê çêdibe, ji sedî 35ê îxracata savar jî dîsa Mêrdîn pêk tîne.
Cotkar Abdulrezzak Şahîn jî destnîşan kir ku rekolteya dexl û den zêde ye û wiha dewam kir: "Îsal ji zeviya dêmî jî serê dolimê 550 kîlo genim hat. Şikir ji Xwedê ra xêr û bereket pir baş e. Em tenê ji dewleta xwe dixwazin ku projeyên avdanê yên GAPê di demeke kin da were temamkirin."
Operatorê makîneya dirûnê Mehmet Emîn Çîftçîoglu jî got ku ew heta nîvê şevê genim didrû û diyar kir ku xêr û bereketa genimê îsal baş e.