İbrahim Atmaca
08 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da vegera jiyana civakî ya bikontrol dest pê kir û li Qersê werzişvan piştî demeke dirêj şûnda li hespên xwe siwar bûn û cirît lîstin.
Cirîta ku li ser pişta hespê tê lîstin bi sistkirina tevdîrên Kovîd-19ê cardin dest pê kir.
Werzişvan bi hespên xwe va derketin qada cirîdê ya li gundê Kekeça navçeya Selîmê û piştî demeke dirêj hespên xwe bezandin û cirîd lîstin. Gundiyan gundê derdorê jî pêşbirka cirîdê temaşe kir.
Nûnerê Bajêr ê Şaxên Spora Kevneşopî Ahmet Yîgît daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji ber şewba vîrusa koronayê di sezona zivistanê da cirîd nehat lîstin.
Yîgît daxuyand ku wan bi hespan antrenman da kirin û paşê dest bi pêşbirkan kir û wiha dewam kir: "Ji ber Kovîd-19ê em danekediketin qadê û xam bûn. Vêga me dîsa cirîd da destpêkirin û pêşbirka ewil li gundê Kekeçê da destpêkirin. Bi taybetî me di sezona zivistanê da her roj li gundekî dileyîst. Em naxwazin ev werzişa me ya ku ji bav û kalan maye, were jibîrkirin."