Haydar Şahin
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Cunguşa navçeya Diyarbekirê her demsalê bi xweşikahiyên cuda va balê dikişîne.
Navçeya li rexê Bendava Karakayayê bi darên mêweyan, kulîlkên biharê vedikin, pelgên payîzê zer bin ên gundên mîkroklîmayê her demsalê rengrengî dibe.
Dîmenên malên li berpalan hatine rêzkirin, gelî, newal û zozanan her demsalê dîmenên balkêş derdixin holê.
Cunguşa ji mekanên dîrokî ra malxweyîtiyê dike rengên zer, qehweyî, tutik, kesk li nav hev ketine û dîmenên balkêş derdixin holê, tebîethezan şaş û metel dihêlin.
Li Cunguşa navçeya Diyarbekirê rengên payîzê
- "Ev dera wekî cinate veşartî ye"
Tuncay Kaldirimê Qaymeqam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê pêketiyên Kovîd-19ê neman.
Kaldirim destnîşan kir ku Cunguş gelek îmkanan dide tebîethez û wênekêşan û got, "Ciyên me yên xwe mihefeze kirine hene. Nixên me yên li benda danasînê hene. Wekî mînak Taxa Gêdukê, hem ji hêla avûhewayê va hem jî ji hêla ernîgariyê va gelekî cuda ye."
Kaldirim diyar kir ku navçe li geliyê Feratê cî digre, dikarin li navçeyê meşên tebîetê, turên bîskîletê, gerên gelî û firîna paraşûtê bikin û wiha axivî: "Cunguş bi gundên xwe yên xweş, nirxên tebîetê li benda gervanan e. Ev dera wekî cinate veşartî ye, em li benda mêvanên xwe ne."
- "Gundê me her demsalê hêşin e"
Cuma Togrulê Mixtarê Geçitê jî got li benda kesên ji ber koronayê di malên xwe da man û aciz bûne e û wiha pê da çû: "Kesên dixwazin meşa çiyê bikin dikarin werin vê derê. Heke bixwazin masiyên bixwin jî tesîsa me heye. Gelek cî hene ku dikarin lê wêneyan bikişînin. Şikefta me ya dîrokî heye. Gundê me her demsalê hêşin e."