İlhami Erkılıç
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li deverên bilind ên Oltuya navçeya Erziromê, pezkoviyên di bin parastinê da û her wiha gur dema ku li serê çiya yê bi berf, li pey tiştekî xwarinê bûn, bi hev ra ketin ber kamerayê.
Li navçeyê li çiyayên bi berf, gurek û her wiha li pêşa çiyayan jî pezkoviyên di bin parastinê da yên ku nêçîra wan qedexe ye, hatin dîtin.
Keriyê pezkoviyên ku li tanga tehtan digeriyan digel gurekî ketin ber kameraya dronê.
Ajalên kovî yên ku dîtin tên şopandin, dûr ketin û ji ber çavan wenda bûn.
Her wiha dîmen li ser hesabê Midûriyeta Herêma 13emîn a Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî yê medyaya civakî hat parvekirin.