Bülent Temiz
17 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Li Karliovaya navçeya Bîngolê, cemeda ku piştî barîna berfê li ser kuçe û kolanan çêbû, ji hêla ekîban bi makîneyên kar tê şikênandin û paqijkirin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Karliovayê xebata paqijkirina cemeda ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê çêbû, da destpêkirin.
Ekîban bi wesayîta îtfaiyeyê şembelûkên bi baniyan va şikênandin û xistin xwarê û her wiha cemeda li ser rê û peyarêyan paqij kir.
Ekîb cemedê bar dikin kamyonan û vediguhêzin dervayî bajêr.