Serdar Adıyaman
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Li Xelata navçeya Bidlîsê minîbusek welgeriya şerampolê, 13 kesên di nav da xebatkarên tenduristiyê jî hene birîndar bûn.
Minîbusa ku plaqeya wê 06 BOL 378 ya ji Bulanika navçeya Mûşê diçû Diyarbekirê li ser rêya Ovakişla û Bulanikê ji ber sedemeke hê ne diyar e welgeriya şerampolê.
Di qezayê da 13 kesên di nav da 2 xebatkarên tenduristiyê jî hene birîndar bûn.
Ekîbên AFAD, UMKE, Tenduristiya Acil ya 112yê û cendirmeyan birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xelat, Tetwan û Bulanikê.