İsmail Şen,Fevzi Dağ
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
Tesîsên li keviya Gola Hezarê ya ser navçeya Sîvrîceyê cî digirin ji bo mêvanên ku wê di tetîla Eyda Remezanê da bên ger û geştê amade ne.
Gola Hazarê ya qasî 25 kîlometre ji navenda bajêr dûr e û rexberê rêya Elezîz-Diyarbekirê cî digire bi peravên xwe wekî behrê ye.
Reng û rûçikê golê di her demsalê da xweşiyan li ser xwe dihewîne û bala ziyaretvanan dikişîne. Li der û dora gola deverên kampê, tesîsên tûrîstîk, restoran û plaj hene, kesên bixwazin dikarin bi kodê li ser avê bigerin û jî masî bigirin. Gol bi van taybetiyên xwe di tetîla Eyda Remezanê da wê mêvanan biezimîne.
Saziyên li der û dora golê ne jî hewl didin ku mêvanên wê bên tetîlê razî bikin û ji niha va amadehiyên xwe temam kirine.
Ji esnafên li keviya golê Taner Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di vê tetîlê da li otêla wan ji sedî 80yê cî hatiye cihêkirin.
Durmuş destnîşan kir ku di rojiyê da ziyaretvanên golê kêm bûn lê ji niha bi şûnva wê zêde bibin û got ku ew jî bi kelecanî li wê bendê ne.