Halife Yalçınkaya,Mevlüt Demirsoy
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 22 Nîsan 2023
Li Guruna navçeya Sêwasê midîbus wergeriya û 10 kes birîndar bûn.
Midîbusa bi plaqeya 16 YC 506 ku O.A. (61) diajot, li ser rêbeja Sêwas-Meletiyê li devê rêya gundê Suçatiyê wergeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, xilaskirin û polêsan çûn ciyê qezayê.
Di qezayê da tevî şofêr, B.Y. (65), H.Y. (57), H.Y. (41) M.Ş.Y. (53), A.Y. (51) G.Y. (32), B.Y. (34), A.Y. (51) û A.K. (61) birîndar bûn.
Ji birîndaran G.Y. û A.Y. piştî midaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Gurunê şandin Sêwasê.
Li gor agahiyan kesên di qezayê da birîndar bûn ji bo hewariya cinazeyê xizmê xwe ji Bedlîsê diçûn Bursayê.