Fatih Gazioğlu
14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Li Bidlîsê hezar û 350 mêşvanan di mehekê da qasî 2 hezar û 300 ton hingiv kom kir.
Mêşvan kewarên xwe biharê datînin zozanên bilind ên floraya nebatên wan zêde ne û mêş hingivê tebiî çêdikin.
Midûrê Daristan û Çandiniyê Rifat Çelîk daxuyanî da rojnamevanan û got ku li herêmê komkirina hingiv êdî diqede û wiha axivî:
"Bajêrê me di mêşvaniyê da ciyekê navder e. Li Tirkiyeyê qasî 4 hezar cureyên nebatê yên endemîk hene. Ji van 400 cureyên nebatê li Bidlîsê ne. Ji bilî hingiv em şîre mêş û polênan jî çêdikin. Bajarê me ji vê di sala bihayê 70 milyon lîre pere qezenç dike."
Çelîk got ku ew niha ji bona hingiv ku nîşaneya cografîk hildin dixebitin û xebat û kontrolên xwe didomînin.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv ya Bajêr Ferhat Nacî Ersan jî got ku ew îsal ji ber şert û mercên demsalê pariyekî dereng dest bi berhevkirina hingiv kirin.
Ersan got ku ji bilî welêt ji welatiyên derva jî eleqeyeke mezin ji bo hingivê Bidlîsê heye.