Jiyan

Li Diyarbekirê jinan li ber tava payîzê govend girt

Jinên ji Navenda Piştgiriya Malbatê ya di banê Qaymeqamtiya Baxlarê û Wezareta Malbat, Xebat û Polîtîkayên Civakî da xebatên xwe dimeşîne îstifade dikin ji bo ji stresa rojane ya jiyanê xilas bibin û dema xwe xweş derbas bikin çalakiyan li dar dixin

Haydar Şahin  | 16.11.2019 - Rojanekırın : 18.11.2019
Li Diyarbekirê jinan li ber tava payîzê govend girt

Diyarbakir

Li Diyarbekirê jinên qursiyer ên Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) roja tavî ya payîzê nirxandin li Exîla navçeya bajêr geriyan.

Jinên ji Navenda Piştgiriya Malbatê ya di banê Qaymeqamtiya Baxlarê û Wezareta Malbat, Xebat û Polîtîkayên Civakî da xebatên xwe dimeşîne îstifade dikin ji bo ji stresa rojane ya jiyanê xilas bibin û dema xwe xweş derbas bikin çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê da jin derketin tura Exîla navçeya bajêr, li girê ziyaretê qebra Zulkîfl û Eyesayê pêxemberên di Qurana Pîroz da nav 25 pêxemberan da tên jimartin ziyaret kirin. Jin paşê li bendavê derketin tura kelekê bi muzîkê govend girtin.

Arzu Çetîna Kordînatora ADEMê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo rojên dawîn ên payîzê binirxînin jin bi organîzasyonê kom kirin û gerandin. Çetînê got wekî navenda piştgiriya malbatê bi tenê qursan venakin û wiha pê da çû: "Hedefa me ya sereke ew e ku meslek hînî jinan bikin. Paşê piştgiriya psîkolojîk didin wan. Hin caran em diçin dawetan govendê digrin, hin caran bi hev ra diçin serxweşiyê."

- "Me rojeke baş derbas kir"

Çigdem Muge Rençbera qursiyera ADEMê jî wiha got: "Em hatin Exîlê me pêşiyê tirbe ziyaret kirin. Em derketin tura kelekê, me xwar, vexwar û kêfxweş bûn. Me rojeke baş derbas kir. Ji ber ku îmkaneke wiha da me em ji Qaymeqam ra sipas dikin."

Emîne Koçaka qursiyer jî got rojeke xweş derbas kirin û wiha axivî: "Ji bo derûniya me zehf kêr hat. Ji bo me baş dibe. Hîndekarên me alîkariyê didin me."

Şevval Eksîka qursiyera kuaforiyê jî diyar kir ku çalakiyên wiha ji bo jinan dibin morel, dibê jin ji xwe ra bibin xwedîmeslek û di nav civakê da cî bigrin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın