Ayşe Şensoy Boztepe
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2024
Midûriyeta Giştî ya Meteoroloji ji bo Rojhilat û Orteya Behra Reş hişyariya barana gur, ji bo herêmên bilind jî hişyariya berfê da.
Li gor texmînên Midûriyeta Giştî îşev li rojhilatê Samsunê, li Ordu, Giresun, Trabzon, Rize, Gumuşhane û Artvînê wê barana gur bibare.
Li cihê bilindahiya wan jorî 1200 metreyî yên van bajaran jî berf tê payin.
Dibe ku di çûnûhatinê de astengî çêbe, lehî rabe, av bide ser mal û kargehan, aşît û cemed çêbe. Meteorolijiyê hişyarî da welatiyan ku tedbîrên xwe hildin, baldar bin.