05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê 205 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Girava Midîliyê ya Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, qaçaxên ji Sûriye û Efxanistanê li texmên Yeşîl Lîman, Bademlî û Sîvrîceyê bi 4 botên lastîk va xwe berî Behra Egeyê dan.
Ekîbên ewlekariya peravê bi van kesên ku ber bi Midîliyê diçin hisyan, 205 qaçaxên ku di nav wan da zarok û jin jî hene bi bota "TCSG 702"yê va anîn bajaroka Kuçukkoyê.
Li vê derê xwarin û xurek dan qaçaxan û ji bo karûbarên fermî sewqî Qereqola Cendirmeyan a Behramqeleyê kirin.