Abdullah Söylemez
11 Hezîran 2024•Rojanekirin: 13 Hezîran 2024
Li Bazara Heywanan ya Agiriyê ya ku yek ji bazarên herî mezin ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye liv û tevgera Eyda Qurbanê zêde bû.
Li bajarê ku heywandarî lê zêde ye, cotkar heywanên xwe yên ku bi kedeke mezin li deşt û gundan xwedî dikin serê sibê tînin bazarê.
Di navbera heywandarên ku dixwazin heywanên xwe bi bihayekî baş bifroşin û welatiyên ku hewl didin bi erzanî bikirin da bazareke geş çêdibe.
Heywanên ku cisnê wan sîmental e zêdetir tên firotin.
Liv û tevgera li bazarê heta danê nîvro dewam dike.