Orhan Yoldaş
11 Hezîran 2024•Rojanekirin: 12 Hezîran 2024
MALATYA (AA) - Li Yeşilyurta navçeya Meletiyê çinîna qeresiyên "dalbastî" yên xwedî tescîla nîşana cografî dest pê kir.
Qaymeqamê Yeşilyurtê Kutsal Baytakê ku beşdarî çinînê bû anî ziman ku erdheja 6ê sibatê bandoreke neyênî li hilberîna mişmiş û qeresiyan kir lê dîsa jî em îsal di herdu berheman da li hêviya berekî baş in.
Baytak berekî baş û bereket ji cotkaran ra xwest û destnîşan kir ku ewê ji bo zêdekirina hilberîna qeresiyan alîkariyê bidin cotkaran.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Yeşilyurtê Dogan Solmaz jî anî ziman ku îsal qelîteya qeresiyan gelekî baş e û di hilberînê da gihiştine qebareya îxracatê.
Solmaz got, "Qeresî ji deverên zinar hez dike ji ber vê qelîbreya qeresiyên mezin e û aromeya wê dewlemend e."