İbrahim Atmaca
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Li Sasona navçeya Batmanê kandêlkirina çîleka Albionê dest pê kir.
Çîleka Albionê li navçeyê bi piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê di sala 2011an da li ser 3 hezar donimî hat danîn. Ji ber ku çend roj in baran û zîpik dibare, kandêlkirina ku par di nîsanê da hat kirin, îsal di gulanê da tê kirin.

Lale Basuta ku çîlekan datîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku îsal baran û zîpik barî ew li bendê ne ku xêr û bereketa çîlekan wê kêm bibe, ji ber vê yekê wan par kîloya kaseyên 2-3 kîlo dida 20 lireyî, îsal didin 25-30 lireyî.
Hasan Degîrmenciyê ku çîlekan datîne jî got ku ji ber şertên hewayê îsal kandêlkirina çîlekan mehekê derengî ket.
Çîleka Albionê bi aromaya xwe tê zanîn.