Jiyan

Ji bo rêyên girtî bên vekirin di remezanê da jî dixebitin

Li Mûşê tîm ji bo rêya gund a ku 5 meh e berfê girtiye vekin dixebitin

Türkan Tosun  | 09.05.2019 - Rojanekırın : 14.05.2019
Ji bo rêyên girtî bên vekirin di remezanê da jî dixebitin

Muş

Tîmên Îdareya Taybet ên Bajêr li Mûşê ji bo rêyên berfê girtine vekin di meha remezanê da jî dixebitin.

Rêya gundê Uçevlerê 5 meh e ji ber berfê hatiye girtin.

Tîmên Îdareya Taybet ên Bajêr li taxa Çavuştepeyê ji bo rêyên berfê girtine vekin dixebitin.

Midûrê Xizmetên Ragihandinê û Rê Mehmet Şah Şenturk daxuyanî da rojnamevanan û got tîm ji bo rê vekin gelekî dixebitin.

Operatorê makîneya Kar Îlhamî Daglardan jî got qalindahiya berfê 7-8 mêtro ye û wiha axivî: "Em rojî ne lê ji bo xizmetê bidin welatiyan dixebitin. Car caran berf li ser me da dikeve. Îhtimala şepeyê heye."

Operatorê makîneya berfê diavêje Celal Tumer jî got ew rojî ne lê hewl didin rê vekin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın