Şahin Seçen
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Li Batmanê ji bo ku berf û rewşa hewayê ya nebaş di jiyanê da nebe sedema tengasiyê, xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Ekîbên şaredariyê li tevahiya bajêr berfê paqij dikin û ji bo ku qeşa çênebe jî xoyê davêjin ser rêyan.
Rêyên sereke, rêyên ku hatin çûyîn lê zêde ne, rêyên nexweşxane û saziyên kamuyê û kuçe û kolanên ku peya lê zêde diçin û tên, zêdetir tên paqijkirin.
Li gundê Yucekoyê ya li ser navçeya Kercosê jî Îsmaîl Badakol û Eyup Çetîn rêya diçe gund û rêyên di nav gun da yên ku berfê girtîbûn, bi motorê va vekirin.