Zafer Tayfur
16 Adar 2026•Rojanekirin: 17 Adar 2026
Li Başkaleya navçeya Wanê berf dibare, li cihên bilind ên herêmê di çûnûhatinê da astengî çêbû.
Li navçeyê ji duh va berf dibare, bi barîna berfê ra navenda navçeyê bi berfê spîçîl bû.
Li hin deveran mesafeya dîtinê daket, herwiha ajokaran zehmetî kişand.
Niştecihên navçeyê jî berfa li ser wesayit û li pêşiya xanî û kargehan paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê, li navenda sûkê û li ser rêyên taxê xebatên verotina berfê kirin.