Haydar Şahin
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2020
Li bendê ne ku li Erzirom, Agirî û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û şilope bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be.
Ji berêvarê pê va li başûrê Erziromê, Agirî, Îdirê baranê bibare. Li Îdîrê şilope li ciyên din jî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be, bayê ji aliyên rojava û başûrê rojava ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 13, li Erziromê di binê sifirê da 9, li Agiriyê di binê sifirê da 7, li Erdexanê di binê sifirê da 6, li Îdirê di binê sifirê da 5, li Tunceliyê sifir û li Erzincanê jî pileyek hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îsir û Erzincanê 7, li Tunceliyê 4, li Erdexanê sifir, li Erzirom û Qersê di binê sifirê da 1, li Agiriyê di binê sifirê da 3 pile be.
Qalindahiya berfê li Aigiriyê 10, li Qersê 7, li Erziromê 4, li li navendên xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê 48, li Palandokenê 30, li Erganê 28 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê gotin ku li herêmê cemedê çêbe ji bo vê hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.