İsmail İlhan
03 Hezîran 2024•Rojanekirin: 08 Hezîran 2024
Li Bahçesaraya navçeya Wanê bi germbûna hewayê ra ji bo ku hênik bibin, diçin ber qeraxê Çemê Miksê.
Çemê Miksê ji nava navenda navçeyê ra diherike, piştî ku siruşt bi xwe va hat, li derdora çem jî dîmenên gelekî xweş derketin holê.
Welatiyên ku ji germê aciz bûn, hatin nava dar û berên ber qeraxê çem û li vê derê hem di nava siruştê da wextê xwe derbas dikin hem jî bi têlefona xwe ya destan wêne û dîmenên xweşikahiyên siruştê dikişînin.
Ji welatiyan Ugur Karcî diyar kir, Bahçesaray bi siruşta xwe ya serpêneketî va bala merivan dikişîne.
Karcî diyar kir ku dîmeneke bêhmeta a Çemê Miksê heye û wiha dewam kir, "Ava Çemê Miksê wekî cemedê ye. Çem ji nirxên herî mezin ên navçeyê yek e. Meriv dibe heyranê siruşta vê derê. Em hem hênik bûn hem jî me di nava siruştê da wextê xwe derbas kir. Ez her kesî dewet dikim ku werin û vê derê bibînin."