Tirkiye

Li Wanê karika bizinkoviyê ya birîndar hat dîtin tê tedawîkirin

Yılmaz Kazandioğlu  | 28.07.2025 - Rojanekırın : 29.07.2025
Li Wanê karika bizinkoviyê ya birîndar hat dîtin tê tedawîkirin

Van

Li Bahçesraya navçeya Wanê karika bizinkoviyê ya ku birîndar û jihalketî hat dîtin, tê tedawîkirin.

Li Taxa Çatbayirê welatiyên ku li çolê li ber pez bûn, rastî karikeke bizinkoviyan hat ku dikuliya.

Piştî ku Mixtarê Taxê Eyup Kayan agahî da, ekîbên Midûriyeta Herêma 14em a Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî bo herêmê hatin verêkirin.

Ekîban jî ajala birîndar û jihalketî bir Navenda Parastin û Rehabîlîtasyona Heywanên Beyanî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê.

Ajala ku li navendê tedawiya wê dest pê kir, piştî ku baş bibe, dê cardin bê berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın