İlhami Erkılıç,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca
05 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2025
Li Erzirom û Agiriyê di sir û seqemê da caman qeşa kişand, çem û robaran cemed girt.
Li Erziromê bişev germa hewayê 23 pile di binê sifirê da hat pîvan, camên wesayîtên parqkirî qeşa kişandin.
Di sir û seqemê da kolan, peyarê û şadirwanên mizgeftan cemed girt.
Hin welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin ku ji sermayê biparêzin.
- Agirî
Li Agiriyê bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da 20 pile hat pîvan.
Sir û seqema li bajêr, tengasiyê dide kişandin.
Camên wesayîtan qeşa kişand, çem û robaran cemed girt.
Welatiyan wesayîtên xwe bi brande, naylon û betaniyan pêçan ku ji sermayê biparêzin.