Abdullah Söylemez
20 Gulan 2021•Rojanekirin: 23 Gulan 2021
Li Zozanên Sînegê ya Agiriyê fetlonekên li ser qadên volkanîk çêbûne bendê ne ku ji hêla turîzmê va bên nasandin.
Zozanên Sînegê ya li navçeya Taşliçayê her sal ji gelek koçeran ra dibe cî û war ku ew heywanên xwe biçêrînin.
Fetlonekên li ser qadên volkanîk çêbûne biharê bi ava berfê ya dihele va coş dibin û zozanê dixemilînin.
Hîndekarê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê Prof. Dr. Faruk Kaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li herêmê ji dîroka Eosenê ya heyama jeolojîk vir va bûyerên volkanîk çêdibin ku ev fetlonekên li Zozanên Sînegê jî ji wan yek e.
Kaya got deşt û zozana vê eraziyê xweş e û divê ev fetlonekên nêzîkî Gola Masiyan jî bên nasandin û ji bo turîzmê bên bikaranîn.
Kaya anî ziman robarên bi berfa dihele va coş dibin her demsal diherikin û wiha dewam kir: "Zozanên Sînegê û dora wê ji hêla xwezayê va li welatê me cihekî balkêş e. Her sal bi sedan koçer tên 40-50 hezar heywanan li vir diçêrînin. Li herêmeke çiyayî ya li ser eraziyên volkanîk kendal û fetlonekên bi vî rengî balkêş in."