Sidar Can Eren
20 Gulan 2021•Rojanekirin: 25 Gulan 2021
Li navçeya Ovacixê ya Tunceliyê bi hatina biharê ra çêre hêşîn bû, dar û beran kulîlk vedan, di nav hêşinahiyê da Çavkaniyên Munzurê diherike.
Çavkaniyên Munzurê ku ji aliyê şêniyên herêmê va pîroz tê qebûlkirin û çar demsal rastî eleqeyê tê, bi xweşikahiya xwe va li herêmê ji bo turîzmê girîng e.
Midûriya Herêma Parastina Heyberên Çand û Siruştî ya Erziromê di sala 2001ê da Çavkaniyên Munzurê di pileya yekem da wek qada sîtê îlan kir. Çavkanî 80 kîlomêtre dûrî navenda bajêr, 17 kîlomêtre jî dûrî gundê Ziyaretê ye.
Hr sal bi hezaran turîstên xwecî û biyanî Çavkaniyên Munzurê ziyaret dikin. Bi hatina biharê ra çavkanî di nav hêşinahî, gul û çîçekan da da şên bû û diherike û dîmenên newaze derdixe holê.
Ziyaretvan bi tûrên rojane va nava hefteyê û dawiya hefteyê Çavkaniyên Munzurê ziyaret dikin û di nav xweşikahiyan da wextê xwe derbas dikin û wêneyan dikişînin.
Ji ziyaretvanan Caner Yalvaç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Tuncelî bi xweşikahiyên xwe yên siruştî va weke bihuşteke veşartî ye.
Yalvaç daxuyand ku ew timî Çavkaniyên Munzurê ziyaret dike û wiha dewam kir: "Li Çavkaniyên Munzurê her sal bi hatina biharê ra û bi helîna berfê ra av gur dibe. Bi gurbûna avê ra dîmena van deran xweştir dibe û zêdetir balê dikişîne."