Türkan Tosun
19 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2020
Li Agiriyê bi hatina payîzê dar û berên rengên wan sor û zer bûn dîmenên xweş derxistin holê.
Çiyayên Guneykarayê yên li navçeya Elaşgirê di serî da li gelek cihên bilind pelên daran zer bûn û diweşin.
Darên ku rengên wan zer, sor, binevşî û kesk in balê dikşînin û wek wêneyekî xêzkirî xweş xuya dikin.
Li ser rêya Agirî û Erziromê jî pelên daran ên rengbireng bala şofêran dikşînin
Welatî Nusret Kahramanê hatiye çiyê seyranê bike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di payîzê da navçe bêtir xweş dibe.
Kahraman got ew ji bo seyranê bike û bigere hatiye çiyê û wiha axivî: "Em car caran tên van deran seyranê dikin. Ev der divê bên dîtin. Payîz e, pel zer dibin û her darek rengekî dide xwe."
Nûçegihanê AAyê bi dronê va ji esman dîmenên xwezaya navçeyê kişand.