Jiyan

Li Entabê çêkirina dims dest pê kir

Li Islahiyeya navçeya Entabê berhevkirina rez û tiriyan qediya û bi ûsula berê çêkirina dims dest pê kir.

Türkan Tosun  | 18.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Li Entabê çêkirina dims dest pê kir

Gaziantep

 Li Islahiyeya navçeya Entabê berhevkirina rez û tiriyan qediya û bi ûsula berê çêkirina dims dest pê kir.

Li navçeyê li ser qadeke 50 hezar dekarî çandiniya tiriyan tê kirin û paşê bi wan va dims tê çêkirin.

Di serî da taxên Altinuzum, Bogazîçî û Yeşîlyurt tevahî li 15 taxan berhevkirina tiriyan qediya. Ji van tiriyan qismek tê zîhakirin ku bibe mewûc û yên mayî jî dibe dimis.

Gelek malbatên rezên wan hene ji bo debara mala xwe bikin tiriyan difroşin, yên mayî jî ji bo zivistanê dikin mewûc û dims.

Tiriyên tên berhevkirin ewil tên şûştin û paşê tên pêpeskirin ku ava van derkeve.

Paşê di hundirê sîtilên mezin ên ku agirê daran di binî da vêdikeve da tê kelandin ku bibe dimis.

Muzaffer Kokluyê li taxa Koçcagizê dijî daxuyand çêkirina dimis ne hêsan e.

Koklu got ew qasî têra xwe dimis vediqetînin û yên mayî jî kîloya wê bi 25 lireyan difroşin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın