Hilmi Tunahan Karakaya
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Li herêma rojhilatê nîvê şevê germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 18 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê parçe ewrayî be, nîvê şevê û destê sibehê jî mij û pûsî û her wiha hişkî dê çêbe.
Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifirê da 18 pile li Agiriyê hat pîvan û her wiha di bin sifirê da li Qersê 10, li Erzinganê 7, li Erzirom û Îdirê 6, li Tunceliyê 5 û li Erdexanê 4 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 5, li Îdirê 2, li Erziromê 0, di bin sifirê da li Agirî û Erzinganê 1, li Qersê 3 û li Erdexanê jî 6 pile be.
Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin.