Hakan Sarı
05 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2022
Li Saray û Ozalpa navçeyên Wanê ji ber berfê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Ozalpê da hat diyarkirin ku li navçeyê hewa gelekî sar e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber berfê û cemeda li rê îro dibistanên seretayî û dibistanên navîn hatin tetîlkirin.
Li Sarayê jî ji ber rewşa hewayê û rêyên girtî xwendingeh hatin tetîlkirin.