Abdullah Söylemez
30 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2025
Li Agiriyê li cihekî nêzîkî Gola Masiyan a raqimbilind 2 kesên ku wesayîta wan di berfê da ma, hatin xilaskirin.
Li tanga gundê Bezîrhaneyê yê Bazîdê û her wiha Gola Masiyan wesayîta ku 2 kes tê da bûn di berfê da ma.
Kesên mehsûrmayî agahî dan 112 Navenda Hawarê û li ser vê yekê ji hêla AFAD û Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Taşliçayê ekîb hatin sewqkirin.
Herdu kesên mehsûrmayî ji hêla ekîbên çûn deverê hatin xilaskirin û her wiha hat diyarkirin ku tenduristiya kesên hatin xilaskirin baş e.