Muhammet Ali Ateş
12 Îlon 2024•Rojanekirin: 18 Îlon 2024
Li gund û zozanên Agiriyê yên ku ji hêla nebatan va dewlemend in, heyama berhevkirinê ya hingiv qediya.
Mozvanên ji herêma Behra Reş û yên bajêr ji meha gulanê pê va havîna xwe li zozanên bajêr derbas dikin.
Jê 300 herêmî û 250 jî koçer tevahî 550 mozvanan di meha tebaxê da dest bi berhevkirina hingiv kirin û hingivên 70 hezar kewaran hatin bervkirin.
Ji ber ku hewa êdî sar dibe mozvan wê kewaran bibin herêmên germ ku zivistanê li wir derbas bikin.
Halît Aldemirê li gundê Aşagi Tokluyê ya li ser navçeya Taşliçayê dijî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew 3 sal e karê mozvaniyê dike û wiha axivî: "Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku em nikarin mirovan qanî bikin ku em hingivê siruştî bi dest dixin. Ji ber ku her kes dibêje 'em hingivê siruştî hildiberînin', me û wan dixin heman kategoriyê. Her kes şekir dide, lê em di meha gulanê da êdî şekir dibirin û nadin. Hingivê me siruştî ye, yên ku dixwin divê bi niyeta şifa û dermanê bixwin."
Hikmet Hanbaba jî got ew ji bo ku hingivê baş berhev bikin, gelekî dixebitin û hewl didin.