Jiyan

Li Agirî, Qers û Erziromê hewa sar e

Li Agirî, Qers û Erziromê hewaya sar tesîrê li ser jiyana mirovan dike.

Türkan Tosun  | 12.01.2020 - Rojanekırın : 13.01.2020
Li Agirî, Qers û Erziromê hewa sar e

Erzurum

Li Agiriyê ji ber hewaya sar depoyên sotemeniyê ya wesayîtan qeşa girt. Welatiyên ku depoya wesayîtên wan qeşa girtiye hewl dan bi ava germ va qeşayê bihelînin ku bikaribin wesayîtên xwe bixebitînin.

Hin welatiyan jî betanî, xalîçe û branda avêtin ser wesayîtan.

Qismeke Çemê Taşliçayê û Çemê Muradê jî qeşa girt.

Ji ber qeşayê welatî bi zehmetî dimeşin.

- Qers

Li Qersê ji ber berfê bajêr bi rengê spî nixûmî û dîmenên xweş derketin holê.

Li navçeya Susuzê Gola Aygirê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 300 mêtro bilind e bi berfê nixûmî. Kesên weneyan dikşîninin hatin navçeyê ku dîmenên çiyê bikşînin.

Li navçeya Sarîqamîşê jî hewa sar e, mij û qirawî heye.

Dar û beran qirawî û kaniyan jî qeşa girt.

- Erzirom

Li Erziromê ji ber berfê hewzên xemlê yên li bajêr qeşa girt.

Serê sibê jî li bajêr mij û dûman çêbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın