Orhan Pehlül,Ali Gazel
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Li Besnî, Golbaşi, Kehta û Tûta navçeyên Adiyemanê berfê rêya 49 gundan girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, li bajêr duh bi şev berfê dayê û hê jî dibare.
Ji ber ketina berfê li navçeya Besniyê rêya 11 gundan, li navçeya Golbaşiyê rêya 30 gundan, li navçeya Kehtayê rêya 3 gundan û li navçeya Tûtê rêya 5 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan xebata ekîban dewam dike.